Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Îlamê

21:08 - 27 Tebax 2013

Şaristana Îlamê

Li gor serjimêriya vî bajarî ku sala 1390’an (2011) hatiye kirin, nifûsa vî bajarî 1,722,313 kes bûye ku piştî bajarê Kirmanşan û Sinê sêyemîn bajarê mezin yê kurdakincî yê Kurdistana Rojhelat e û zimanê axavtinê yê xelkê vê deverê kurdî ye.
Bajarê Îlamê bajarek kevn e û di dirêjahiya kevnaretiya xwe de zêde nav guherîne, wek Alamtû, Erîwcan, Masbezan ku di vê sedsala dawiyê de navê wê Dîwala û Husênawa bûye.
Îlama niha di sala 1308 (1929) de li vê devera ku digotnê Husênawa, hat çêkirin. Bi sedema kevnaretiya vê deverê û pesendkirina ferhengistanê navê wê guherîn û danîn Îlam.
Bajarê Îlam di navbera çiyayên bilind ku piranî bi dar û bar e, hilketiye û av û hewayek hênik û xweş heye û çavkaniyên ava wê jî zaf in û bixasmanî zêde sûlav hene wek sûlava çemava, abtaf, sertaf, giçan, marberê û derbend.
Ji ber kevnaretiya vî bajarî, şûnwarên kevn jî hene wek kelha valiyê Îlam, taqa Şirîn û Ferhad, Koşka Felahetî , pira Gawmêşan, bajarê dîrokî ê Madakto, agirdan û tengeya behramê Çobîn, kelha Cûlyan, kelha Kelem, Kelha siyahkel
Ji cih û warên geryanê li vê herêmê de em dikarin qala wan cihan bikin:
Gola cemik ya Abdanan, kelha Abdanan, Enbarên hizar deriyê Abdanan, agirdana Sasaniyan û taqa Şirîn û Ferhad, bajarê kevnar ê Madakto, agirdana çartaqî, geliyê Erxewan, kaniyên ava germ, devera torîstî ya Serabkelan, agirdana mûşkan, kelha sam û Îmamzadeya Pîrhusên û taqa Rostem û ...hewd.