Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Qesra Şîrîn

14:44 - 1 Nîsan 2013

Şaristana Qesra Şîrîn yek ji Şaristanên parêzgeha Kirmaşana Kurdistana Rojhelatê ye. Navenda vê Şaristanê bajarê Qesra Şîrîn e ku li nêz sînorê welatê Îraqê cih girtiye.
Şaristana Qesra Şîrîn li bakûr û rojava tevî Îraqê û li başûr tevî parêzgeha Îlamê û li rojhilat tevî Şaristana Serpêl Zehav û Gîlan Xerbê hevsînor e.
Li gor serjimêriya sala 1385 a Rojî nifûsa Şaristanê 117.890 hezar kes bûye.
Ew herêm bi ser sê navçeyên Elwend, Nesir Abad, Fetih Abad, û du bajarên Qesra Şîrîn û Somarê de hatiye parvekirin.

Bajarê Qesra Şîrîn li 166 kîlomêtriya rojavayê bajarê Kirmaşanê de cih girtiye. Şaristana Qesra Şîrîn seba hebûna darên xurmê û herwisa werzêriya bi bereket nav û dengek zaf li Îranê de heye.
Her wiha ev Şaristan li hêla êkonomî seba hebûna petrolê li herêmê de gelek hestiyare û dewleta Îranê her tim li herêmê de cihên leşkirî yên mezin ava kirine.
Kurdên herêmê her li demên gelek zû li vir dijîn û di nava wan Kurdan de Oldarên Şîe, Sunî, Cihû û Goran jî hene ku serbarê hemû astengî û hîleyên dewleta Îslamiya Îranê bi xweşî tevî hev jiyanê dikin û çi kêşe û pirsgirêkên Olî li cem wan nîne.
Li gor çavkaniyên dîrokî sedema sereke a nav danîna wî bajarî bi Qesra Şîrîn, çêkirina qesrekê ji bo Şîrîn xêzana Fele a Xusro Perwîz Padşahê Îranê li vê herêmê ye.
Bajarê Qesra Şîrîn her li demên gelek kevnar de bajarek dîrokî û xwedî girîngiyek taybetî bûye, ku çêkirina bajar ji bo serdemê Xusro Perwîz Şahê Sasanî ê Îranê vedigere.
Li destpêka şerê Îran û Îraqê di sala 1359’a rojî de ,bajarê Qesira Şîrîn yekem bajêrê Kurdistan û Îranê bû ku kete ber êrîşa dewleta Îraqê û li encam de hat dagîr kirin.
Li encam vî şerê malvêranker da tenê Kurdan zirara sereke dît û mixabin bi hezaran Kurd û bi xasmanî zarok û jinên Kurdan bi destê du dewletên dijî Kurd ên Îran û Îrqê hatin Şehîdkirin.