Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Şahabad

13:45 - 29 Nîsan 2013

Şaristana Şahabadê (Îslamabad)yek ji Şaristanên parêzgeha Kirmaşanê ye. Şaristana han bi panahiya 3828 kîlomêtrên çargoşe li başûrê vê parêzgehê de cih girtiye. Şahabad ji aliyê bakûr tevî Şaristanên Pawe û Ciwanro û ji aliyê rojhilat tevî Şaristanên Serpêla Zehw û Gîlana Xerb û ji aliyê başûr tevî parêzgeha Îlamê hevsînor e.

Şaristan ji 4 beşên “beşa nawendî”, Kirind, Gehwarê,Homeyl û 12 gundistan û 343 gundan pêk tê.

Nifûsa Şarsiatnê 250.893 hezar kese û gelê herêmê hemû Kurd û bi zaravê Kurdiya Kelhûrî dipeyvin.

Şahabad duyemîn Şaristana xwdî heşîmet a parêzgeha Kirmaşanê ye û xwediyê girîngiyek zaf a erdnigariyê ye û yek ji şahrêyên girêdana parêzgehên Îlam,Loristan û Xuzisatnê bi bajarê rojavayê Kirmaşanê tê hesibandin û serekîtirîn şahrêya girêdana welatên Îslamî yên rojhilat bi bajarê Îraqê ve ye.

Navê yekem bajarê Şahabad ê Arûnava bûye û piştre dibe Mendelî . Lê piştî êrîşa Ereban bo ser Îranê yek ji serdarên Ereb dest bi awedaniya bajêr dike û bi derbasbûna zeman navê bajêr dibe Harûnawa.

Şahabad li dirêjiya dîrokê de gelek caran navê vê hatiye guherîn û li serdemê Rejîma berê ya Îranê bi Şahabad hatiye guherîn,lê piştî serkevtina Şoreşa gelên Îranê a sala 1975’an bû Îslamabad.
Bajarê Îslamabada niha û Şahabada kevin xwediyê gellek
taybetmendiyên aborî û torîstî ye ku ji bo deshelatdarên Îranê li
dirêjiya dîrokê de gelek girîng bûye.

Hebûna Petrol û herwisa çavkaniyên binerdî yên gelek baş wek, gaz û hesin ûmîs xwe yek ji sedemên girîngiya vê herêmê ye.
Êl û eşîrên Kurd yên ku li herêmê de dijîn hemû bi zaravê Kelhûrî dipeyvin, lê di herêmê de eşîrên wek Zengene, Goran, Sencabî û…hwd jiyanê dikin û kêmtir ji %10 a heşîmeta bajêr pêk tînin.
Kurdên Şaristana Îslamabadê ewên ku li gundan de jiyanê dikin pitir mijûlî heywandarî û xwedîkirina devaran in û gelek ji wan jî mijûlî cotkarî û çandiniyê ne.

Ava çandiniyê a Şaristanê ji çem û çalên avê yên herêmê tên bikaranîn û zaf ji berhemên çandiniyê wek Genim, Ceh,Sêv, Hinar, Qeysî û ...hwd li vê şaristanê berhem tên.

Dewleta Îranê di wan herêman de gelek siyasetên qirêj û gemar ji bo dûrkirina ciwanên Kurd li doza azadiya Kurdistanê dimeşîne û dixwaze bi bilav kirina madeyên hişber li herêmê de pêşiya tevlîbûna ciwanên Kurd bi rêzên xebata azadîxwazane a gelê Kurd li Kurdistana Îranê bigre.