Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Sehne

14:34 - 9 Hezîran 2013

A: Adil Muradî

Şaristana Sehne li rojhilatê parêzgeha Kirmanşahê, û xwediyê du beşan bi navên beşa Nawendî û beşa Dînwer e. Nifûsa vî şaristanî 85000 kes e.
Ji çiyayên wê em dikarin qala çiyayê “Qollê Hicr”, “Çerşekan”, “Kelaxan”, “Êmrole”, “Teklû”, “Nixod Çal Sowîl”, û “Çihar Çalab” bikin.

Xelkê vê herêmê Kurd û Lekî ne, û ew şaristan ji du bexş, du nawendên bajar, heft gundistan û 185 gundan e.
Li gorî zanyariyan pêştir navê vê şaristanê “Sane” bûye. Yaqût li pirtûka “Mo’cemol Boldan” li sala 632’an ya heyvî de dibêje ku: “Sehne” wate rengê rû û ciwanî. Bi awayek din ew nav ji peyvek Evistayî bi navê Se’ne hatiye wergirtin ku navê teyrê bi navê Şahîn e. Jiber ku ew teyr her tim bi ser şaristana Sehne de difiriya, navê vî teyrî li ser vê herêmê hate danîn.

Ji cih û warên dîrokî û cihên geryanê li vê herêmê de em dikarin qala wan cihan bikin:
Şikevta Hacî, şikevta seyîd Şehab, Îmamzadeya Ebbas Elî, Îmamzadeya Mehmûd, Îmamzadeya seyîd Îbrahîm, Îmamzadeya seyîd celaledîn, Îmamzadeya Pîr tekan, Pira Xosrewî, Pira Nûjî wan, Hemama pa çemen, ziyaretgeha Şoq Elî, ziyaretgeha Txt Teymûr, Kelha Hejîr, Kelha Merwan, qebrê kevrîn ya Keykavûs.