Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Serpolzehab

04:44 - 12 Tebax 2013

A: Adil Muradî

Şaristana Serpolzehab yek ji şaristanên kevnar yên parêzgeha Kirmaşanê ye ku panahiya şaristana Serpolzehab 1271 kîlometra çargûşe ye û li rojavayê parêzgeha Kirmaşanê hilketiye ku ji aliyê bakûr tevî sînorê Ciwanro, ji aliyê başûr tevî Qesrşîrîn û sînorê Îraqê, ji aliyê rojhelat tevî Îslamava, ji aliyê rojava tevî şaristana Gîlanxerb hevsînor e. Bajarê serpolzehab nawenda şaristana serpolzehab e ku li ser rêya navnetewî yA Têhran û Bexda bi navê rêya Kerbela bi kevnaretiya 2800 sal berî zayîna Mesîh hilketiye.
Şaristana serpolzehab xwezayek ciwan, û av û hewayek xweş heye û serçaveyên ava wê jî zaf in û rûbarê Elwend jî ji vê şaristanê re derbaz dibe.
Serpolzehab li du peyvan pêk tê ku di ferhengê de peyva zehaw bi mwateya ava dilopî hatiye û herwusa bi wateya kanî û serçaveyên avê jî hatiye û peyva serpol jî navê pirekê ye ku li ser rûbarê Elwend hilketiye.
Ev bajare zaf kevn e û kevnariya vê bajarê vedigere bo serdemê Mad ku bi gotina şarezayan piştî Îslamê navê wî Helwan bû ,jiber ku li cem bajarê kevnar yê Helwan hatiye avakirin û niha jî li nêzîkiyê bajar kelhek xirabûyî heye. Her di berê de jiber ku ew bajar bajarek sînorî bûye û zêde kelh li wir hatine çêkirin, lê di dema êrîşa Ereban bo ser Îranê, ev kelh ji nav çûn û niha jî pêpikên xirabûyî ên kelhan maye, lê Aşoriyan jî digotne wê bajarê Kalmanû. Pêka vekolînên şûnwarnasan kevnariya akinciyên vê bajarê vedigere bo 7 hezar sal berî niha û nivîsînên ser kevirên Anûbanî Nî paşahyê Loloyî yan ku li ser kevirên zincîre çiyayên Zagiros, Dûkan Dawûd, Taqgera û bi dehan şûnwarên kevnar û dîrokî hatine nivîsandin û bi ciwanî tê xûyakirin û bi awayekê ku ketîbeya Anûbanî Nî yek jî kevintirîn û yekemîn hunera mi’marî ya Asiya li vî bajarî ye.
Hêjayêê gotinê ye ku vê şaristanê ji ber hebûna axek baş û av û hewayê baş zêde berhemên çandinê hene, wek Genim, Ceh, Tirî, Hinar, Hejîr, Sêv, Kûncî, Genmok, Hermî û...hwd ku xelk bi piranî mijûlî bax û baxdar û heywandariyê ne.