Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaristana Sonqorê

13:21 - 16 Adar 2013

A:Mecîd Rajanî

Şaristana Sonqorê yek ji şaristanên Parêzgeha Kurd akincî ya Kirmanşanê ye. Sonqor li 85 kîlomêtriya bajarê Kirmanşanê cih girtiye û cihek sitratijîk e.Gelê herêmê hemû kurd û bi zaravê Kelhurî dipeyvin. Derbarê navê Sonqirê de bîr û ra zaf in û her kes vî navî vedigerîne ser bûyerekê. Hin kes dibêjin ku Sonqir navê çûkekê ye û ew nav, navekî Erebî ye.
Hin kes jî dibêjin ku Sonqor navekî Kurdî ye ku bi derbazbûna demê hatiye guhurîn. Li serdemê deshilatdariya Sefeviyan Sonqor parek ji herêma Esed Abad a Hemedanê bûye. Ev yek dide xuyakirin ku herêm bi dirêjahiya dîrokê Kurdakincî bûye û li cem paytexta Madan cih girtiye. Kurdên herêmê piranî werzêr û terşdar in û bi karê çandiniyê re mjiûl in.
Şaristana Sonqorê di deştekî pan û berîn de û derdora bajêr bi şînkatî, bax û daristanan hatiye xemilandin. Li herêma Sonqorê çiyayên Madiyan Kuh, Kemer Zer, Buswar û gelek çiyayên din cih girtine ku heya dawiya Buharê bi befrê têne dapoşîn. Herêma Sonqorê ji navçeyên Serab, Filegerî, Kilyayî,Kiyunanat û Farsinc pêk tê û herêm bi tevahî, herêmek çiyayî ye. Bajarê Sonqorê navenda şaristanê ye.

Li çiyayên herêmê de gelek cûrên ajelan wek: Rovî, gur, hirç, mamiz, kev, Mar û…hwd dijîn. Herwisa li wan çiyayên serkeş de gellek giyayên dermanî û yên xwarinê wek: Kerkul, Korad, Rêvas, luşê û ...hwd hene ku gelê herêmê di demsala buharê ji bo xwarinê û dabînkirina risqê mala xwe mifahê ji wan giyayan werdigrin. Kurdên Sonqorê di welatparêziyê de gelekî xwedî nav û deng in û li vê herêmê gelek hunermend û rewşenbîr û nivîskarên mezin hilkevtine. Ew welatparêzî mixabin ji bo Kurdan û Sonqoriyan bê zirar nebûye, û rejîmê hewil daye bi her wawyî ku ji desta tê, xelkê wir tepeser û bêdeng bike.

Serbarî vê yekê ku Kurdên Sonqorê hemû Şîe ne, lê dîsan rejîma Îranê hitbarê bi wan nake û hertim di hewla tepeserkirina Kurdan de ye. Li nava bajarê Sonqorê de sazî û rêkxistinên civaka sivîl tuninin, û rejîm îzna çalakiyên hunerî û çandî bi kurdên herêmê nade, û bi hemû awayekê dixwaze wan ji nasnameya wan a kurdistanî dûr bixe.

Siyaseta dewletê li herêmê û çênekirina Fabrîka û derfetên kar bûye sebeb ku li herêmê de bêkarî bi qasekî zor berçav hebe û piraniya ciwanan bêkar bin. Ew siyaset di demekê de ye ku parêzgeha Kirmaşanê piştî parêzgeha Xûzistanê duyemîn parêzgeha Îranê li warê hebûna petrol û gazê de ye û li herêmê de çavkaniyên bin erdî yên gelek baş hene. Serbarî wan hemû zext û givaşên dewleta Îranê, Kurdên Sonqorê bi awayek micid li hewla parastina nasnameya xwe a Kurdistanî ne û di rêya han de gelek qurbanî û bedîl pêşkeşî xaka Kurdistanê kirine.