Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şaşitiya nojdariyê zarokekî Kurd kire gorî

12:08 - 3 Adar 2014

Kurdistanmedia:Bi hinceta xemsariya karmendên nexoşxaneyekî bajarê Sinê, keçek kurd yê temen 10 salî jiyana xwe ji dest da.

Li gor raporta Kurdistanmedia; Benaz Kiyanî, xwandekara temen 10 salî a xelkê bajarê Merîwanê, bi hinceta şaşitiya nojdarî a nojdarên nexoşxaneya bajarê Sinê, cane xwe ji dest da.

Benaz xwandevanê qonaxa 3ê a xwandingeha Fatîmeya Zehra, yê bajarê Merîwanê bûye ku bi hegera qut bûna oksîjinê di dema veguhastina vê li nexoşxaneya Bûelî bo nexoşxaneya Bêiset a bajarê Sinê, cane xwe ji dest da.

Di vê derheqê de, xemsariya nojdarî a nojdarekî bajarê Nexedê, bihara îsal, bû sedemê jar bûna cave hemwilatiyekî temen 72 salî bi navê Îbrahîm zolfeqarî û henoke piştî deras bûna salekê roj li rojê çavên navbirî ber bi xirab bûnê we diçin.

7947.jpg
Îbrahîm zolfeqarî


Li gor amarên tomar kirî yê navenda nûçegehaniya Kurdpa: di destpêka îsal ve heya niha, 13 hemwilatiyên Kurd bi hegera xemsarî û nebûna alavên nojdariyê li Kurdistana Îranê, bûne qorbanî.