Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saxtekarî û kirîna deng li hibjartinên \"Miyan Dewreya\" parlemanê li Îlamê

21:26 - 18 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Fêlbazî û kirîna deng li hilbijartina cara duyema gera 9ema nûnerayetiya meclîsa rejîmê bûye sebeba evê ku kesek ser bi wezareta Îtilatê biçe parlemanê.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Omran Elî Mihemedî bi saxtekarî û kirîna deng ji aliyê wezareta Îtilatê ve karî biçe meclîsê.

Omran Elî Mihemedî, Daryûş Qenberî, Fireyîdûn Hîmetî û Hemîd Kerîmî ji berbijêrên posta nûnerayetiya parlemanê bûn ku di navbera van de “Elî Mihemedî” karî bi fêlbazî û kirîna deng biçe meclîsê.
Omran Elî Mihemedî yek ji neferên Îtilatê ye û çendîn sale li gel wan de di pêwendiyê de ye.

Her divê pêwendiyê de yek ji berbijêran bi navê Fireyîdûn Hîmetî seba retkirina selahiyetê li gel pêşnivêjê bajarê Îlamê tûşî arîşeyan bû bi tundî gazince lêkirin.
Bi gotina kesên hayîdar, pêşnivêjê bajarê Îlamê dêstên vî di retkirina selahiyeta kandîdê miyan dewreyî a parlemanê hebûye.