Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sayînqela/ Welatiyekî Kurd ji aliyê îdareya Ewlekar yê rejîmê ve hat binçavkirin

16:10 - 13 Tebax 2014

Kurdistanmedia: Hemwelatiyekî Kurd xelkê devera Hewşar bi bê tometekî diyarkirî ji aliyê Îtilata Sayîngelayê ve hat girtin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, wênegirekî Kurd bi navê Xalid Rehîmî xelkê gundê Qozlû ya Hewşarê ji aliyê hêzên Îtilatê yên rejîma Îslamî a Îranê ve li Sayîngelayê bi bê tometeke diyarkirî hat girtin.

Çavkaniyekî hayîdar bi peyamnêrê Kurdistanmedia ragehand: Hêzên îdareya Ewlekar hemû kelûpelên dûkanê weke kampiyoter, kamêra yê hemwelatiyê han dest biser de girtin û tevî xwe birin.

Çavkaniya han ku nexwast navê wî eşkere bibe, eşkere kir, navbirî niha di îdareya Îtilatê de li jêr lêpirsînê de ye û sedema binçavkirina wî nehatiye zanîn.

Di çend rojên borî de rejîma Îslamî ya Îranê ji riya îdareya Îtilatê û kirêgirtiyên xwe ve givaşekî yekcar zaf bo hemwelatiyan û rûniştiyên devera Hewşar aniye.

Li gor raporê, dest û pêwendiyên rejîm bi bê muhleta yasayî diçine nav malên hemwelatiyan û li dîwar û pêncerên mala hemwelatiyan de diçine nav malan.

Li gor serhejmariya Kurdistanemdia, di destpêka meha Gelawêja 1393’an a Rojî ve 15 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.