Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê daxwaza azadkirina “Zeyneb Celaliyan” kir

12:20 - 7 Adar 2022

Ofîsa Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê bi rêya belavkirina daxuyaniyekê li derheq nexweşiya girtiya siyasiya Kurd a bi navê “Zeyneb Celaliyan” û derbasbûna 15 sal bi ser girtîgeha wê jina Kurd, daxwaza azadkirina navbirî hate kirin.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Daxuyaniya ofîsa Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê

Girtiya jina bi navê “Zeyneb Celaliyan” ku tê gotin bi sedema pêwendî digel girûpên dijberên Îranê, bi girtîgeha heta hetayî hatiye cezadan, nêzî 15 sal ji cezayê xwe li girtîgehên Xoy, Urmiye, Kirmaşan, Tehran, Qerçek, Yezd û Kirmanê de derbas kiriye.

Tê gotin ku navbirî tûşê nexweşiyên cur bi cur bûye û zêdetir ji sal û nîvekê ye ku dayîka wê ya bitemen û malbata navbirî ji rewşa wê, ti zaniyariyek nînin.

Ofîsa Saziya Mafê Mirovî ya Kurdistanê bi balkêşandin bo ser rewşa nexweşiya “Zeyneb Celaliyan”ê, piştî derbasbûna 15 sal ji cezayê wê, daxwaza azadiya navbirî dike.

Bi wê hêviyê ku dezgehên dadwerî û dezgehên asayîşî yên peywendîdar, bi kêmkirina heyama girtîgeha wê û pêdaçûn li doseya wê girtiyê, derfeta azadkirina wê girtiya Kurd bê cîbicîkirin.

Ofîsa Saziya Berevanî ji Mafê Mirovî ya Kurdistanê