Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “Ceyş El-edl” deheq girtiyên Spaha Pasdaran û Hêza Întizamî daxuyanyek weşand

17:21 - 28 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Saziya “Ceyş El-edl” derheq 12 êxsîrên saziya Spaha Pasdaran ya terorîst û Hêza Întizamî a rejîma Îranê, daxuyanyek belav kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Bi navê Xwedayê bexşende û dilovan

Saziya “Ceyş El-edl” xelkê agehdar dike ku, 12 girtiyên Saziya Spaha Pasdaran a terorîst û Hêza Întizamî a girêdayî rejîma terorîst ya Wilayeta Feqîh ku, roja 24`ê Rezberê (16`ê Çiriya Pêşîn) ji aliyê wê saziyê ve hatibûne êxsîrkirin, sax û selamet in, û digel van wekî suneta Hezretî Resûlê Îslamê û ev hinda ku îmkanan  heye, û li gorî konvansyona navdewletî a piştevanê êxsîran digel wan reftarê dikin.

Her di vê pêwendiyê de, saziya “Ceyş El-edl”, daxwaz ji hemû saziyên navdewletî yên wekî Xaça Sor û Hevya Sor dike da ku bo cîbicîkirina daxwaziyên  Saziya “Ceyş El-edl” û bi armanca azadiya êxsîrên rejîmê navbeynkariyê bikin.

Daxwaziyên Saziya “Ceyş El-edl”  wiha ne:

Azadiya girûpek ji girtiyên Eqîdetî- siyasî yên Belûç

Azadiya girtiyên Eqîdetî- siyasî  yên Sunî meseb yên ku di girtîgeha Recayî Şehrê de hepsî ne

Azadiya girûpek ji girtiyên siyasî yên neteweyên din yên di Îranê de

Azadiya girûpek ji girtiyên siyasî yên jin

Sozdan bo ragirtina êrîşên hemû alî yên bo ser mizgevt û xwendgehên olî yên Sunî meseban

Sozdan bo ragirtina komkujiya xelkê Belûç bi hinceta veguhastina tiştên qaçax

Cihê bîranînê ye ku rêzbenda girtiyên ku hatine daxwazkirin bo veguhastinê, digel girûpên hatinî hilbijartin wê bên baskirin.

5`ê Xezelwerê

27`ê Çiriya Pêşîn