Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya “ Efiya naw-netewî”: Arteşa Tirkiyê “ Cinayetên Şer” kirine

12:47 - 19 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia:  Saziya Efiya naw-netewî, roja Înê, tevî belavkirina daxuyaniyekê, êrişa 9 rojaneya arteşa tirkiyê bo ser Kurdistana Rojava, ragihand: leşkerên Tirkiyê di dema operasiyonan de, “ Cinayetên Şer” Kirine.

Saziya Efiya naw-netwî, di wê ragihandinê de bi aşkira bas dike ku, dema bi rêweçona operasiynên Arteşa Tirkiyê bi navê” Kaniya Aşitî”ê de, bi caran “ Cinayetên Şer”hatine kirinê wek sêdaredana xweserane û kuştina kesên sivîl ku hatine dîtin û tomar kirin.

Enqere pêş destpêkirina Operasiyonên xwe tekesî li ser, ji nav birina hêzên çekdar û cehd bo parastina kesên sivîl di fermana êrişa leşkerî de dikir,lê li gorî raporta çavdêrê Mafê Mirov di welatê Suriyê de, li midehê wan 9 rojan de, nêzîkî 72 kesên sivîl hatine kuştin.

Saziya Efiya Naw-netewî, herwisa ragihand:  Hêzên leşkeriyî ên Tirkiyê û  girûpên çekdar ên girêdayê Enqerê, di dema êrişên ser bakûra Sûriyê de, bi rewşekî “ Bê Şermane”,tu giringî bi canê sivîlan nedane.