Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbihorîna Navnetewî careke din daxwaza lêkolînên serbixw di girtîgehên Îranê de kiriye

18:09 - 25 Tebax 2021

Piştî belavbûna girte vidiyoyên girtîgeha “Êvîn” ê li ser torên civakî, Saziya Lêbihorîna Navnetewî daxwaz kiriye ku di girtîgehên Îranê de lêkolînên serbixwe li ser rewşa wan girtîgehan bêne kirin.

Roja Çarşemî 25ê Tebaxê, Saziya Lêbihorîna Navnetewî li derheq reftara zîndanvanan digel girtiyan di Îranê de bi belavkirina  daxuyaniyekê careke din ji berpirsên rejîma Îranê daxwaz kiriye ku îznê bidin heta raportêrê taybet ê Saziya Netewên Yekgirtî di karûbarên mafê mirovî yê Îranê bikare lêkolînên serbixwe di girtîgehên Îranê de bike.

Birêvebera beşa Rojhilata Navîn û bakûrê Afrîqayê, “Hebe Merîf” bi tekezî li ser berfirehî û sîstematîkbûna îşkence û reftarên neşiyaw di girtîgehên Îranê de ragihand: “Daxwaza lêbihorineke kin û sozên giştî yên berpirsên Komara Îslamiya Îranê bo pêregihîtin bi wê rewşê, bi qasa hewce nîne”.

Tevî ku armanca “Hebe Merîf” daxwaza lêbihorîn a ji aliyê serokê Saziya Girtîgehên Îranê û fermana giştî ya Dezgeha Dad ya Îranê bû lê daxwaza serokê saziya girtîgehên Îranê ji girtî û binçavkiriyan nebû.

Saziya Lêbihorîna Navnetewî tevî ku dizane rejîma Îranê xwe ji dana îzîn bo lêkolînan li derheq îşkence, bêserûşûnkirin, îdamên bê dadgehîkirin û kuştina xweserane  xwe diparêze lê dîsan daxwaza îzinê bo lêkolînê di girtîgehên Îranê de ji berpirsên rejîma terorîst û bikujên bikom ên xelkê kiriye.