Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navneteweyî bidarvekirina 145 ciwanan li sala 1990`an şûnda ragehandiye

11:53 - 24 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Li sala 1990`an heya niha Saziya Lêborîn a Navneteweyî bidarvekirina 145 ciwanên ku hatine ceza dan,wate kesên ku di heyama tûşbûn bi tawanan temenê van li xwarê 18 saliyê bûne, ku di 10 welatên cîhanê de hatine encamdan yek ji van welatan Îrane.

Li gorî Saziya Lêborîna Navneteweyî, welatê Îranê bi tenê berprisê 97 van bidarvekirinane, yan jî 2.3 ji gişt van kesên hatinî bidar vekirin, welatên din ku dest bi cezakirina ciwanan dane wiha ne: Çîn, Komara Kongo, Nêciriya, Pakîstan, Erebistana Si`şdî, Sûdana Başûr, Amerîka û Yemen in.

Hejmara kesên hatinî bidarvekirin herçend ku li berhevdana hejmara gişt bidarvekiriyên ku hatine nivîsîn ji aliyê Saziya Navneteweyî, di asteke xwarê deye, lê, girîngbûna van bidarvekiriyan zêdetir li hejmara vane, û asta pêbendbûna welatan derheq yasayên navneteweyî yên bingehîn nîşan dide.

Di sala 2018`an, li gorî zanyariyên ku hatine nivîsandin, yên Saziya navneteweyî, Îranê tenê welateke di cîhanê de, ku kesên ku di dema tûşbûn bi tawanê yên temenê van bin 18 saliyê de bûne bidar verdikirine, lê, îsal aliyê kêm 7 ciwanan bi navên EmîrHusênce`iferî, Elî Kazimî, Ebolfezil Çizanî Şerahî, Ebulfezil Nadirî, Mehbobe Mufîdî, Zeyneb Skanvend û Omîd Rostemî bidar vekirine.

Bi mifahvegiritin li cezayên bidarvekirinê li dijî kesên ku di dema tûşbûn bi tawanên wiha de temenê van li xwarê 18 saliyê de bûne, wekî binpêkirina yasayên navneteweyî a mafê mirove ku, rejîma Îranê yek ji van rejîman di cîhanê de ye ku, dest bi kiryarên bi vî rengî dide.