Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navnetewî: 96 girtî li girtîgehên Îranê bi awayê bi zanebûn hatine kuştin

18:07 - 12 Nîsan 2022

Saziya Lêborîna Navnetewî di rapor û lêkolînek nû de belav kiriye ku 96 girtî li girtîgehên Îranê bi awayê bi zanebûn ji aliyê karbidestên rejîm û karbidestên girtîgehê ve hatine kuştin.

Saziya Lêborîna Navnetewî di raporeka xwe ya nû de bi hûrdekarî ve belav kiriye ku karbidestên rejîma Îranê bi pêşîgirtin ji çûn û birina girtiyan bo navendên dermanî û haharhatinê, yan jî direngbirina wan girtiyan rolek bingehîn di canjidestdana piraniya girtiyan de heye.

Pêka lêkolîna “Saziya Lêborîna Navnetewî” ji gelempera 96 girtiyan 64 kes ji wan di nava bendên girtîgehên de bi bê vê ku ti pizîşkek serdana wan kiribe canê xwe ji dest dane û hejmarek din jî di nav “bêhdarî”yên xwedî girtîgehê de ku ti xizmetkariyek nînin canê xwe ji dest dane.

Herwisa di vê lêkolînê de hatiye ku 26 girtî bi sedema direngbirin bo navendê tenduristiyê ji aliyê karbidestên girtîgehê ve, di dema birin yan piştî heyamkê kurt ji birina wan canê xwe ji dest dane.

Di berdewamiya lêkolîn û rapora “Saziya Lêborîna Navnetewî”de hatiye ku 6 girtî di halekê de bo odeyên takekesî û bendên cezadanê hatine veguhastin ku rewşa tenduristiya wan nebaş bûye û 4 ji wan di odeyên takekesî de canê xwe ji dest dane û duyên din jî, di dema veguhastina wan ji odeyên takekesî bo navendên dermanî canê xwe ji dest dane.

Pêka cudakirina parêzgehan amara canjidestdana girtiyan di parêzgeha Urmiyê 28 kes, Tehran 16 kes, Sîstan û Belûçistan 15 kes, Kerec 12 kes in.

Herwisa 65 kes ji gelempera 96 kesan di heyama 5 salên derbasbûyî de canê xwe ji dest dane ku 20 kes ji wan girtiyên siyasî bûne.

Nêvinciya temenê girtiyên canjidestdayî wuha ye:

23 kes di navbera 19 heta 39 salî

26 kes di navbera 40 heta 59 salî ,ku hemû ciwan yan navsal bûne.