Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya lêborîna navnetewî di bersiva axivtina Xamineyî de, çend Kilîp ji kuştara zarokan di Îranê de weşandin

13:45 - 6 Hezîran 2020

Piştî xwenîşandanê di Amerîka de bi hegera kuştina reşpêstekê ji aliyê Polîs ve, deshilatdarên rejîma îranê û serweyî hemiyan elî xamineyî, basê tepeseriya xwenîşandana di Amerîka de kirin û basê kuştin û girtina xelkê û nebûna Azadiyê di Amerîka de kirin.

Lewma Saiya lêborîna navnetewî bi wêşandina çend kiîpan ji cinayetên ku rejîma Îranê li hember xwenîşanderan de kiriye, bersiv da ku hekî Xamineyî basê Azadî, û mafê mirov dike, çima cinayetên di îranê de ji bîra xwe dibe ku hemî jî bi fermana wî hatine encamdanê.

Vê Saziyê kilîpek ji kuştara çend Zarokan belav kiriye ku di xwenîşandana meha Xezelwera Payîza derbas bûyî de, ev Zarok bo Gullên Sipaha terorîste Pastaran hatine kuştin.

Elîriza Nûrî û Mihemed dastanxah 2 Zarokên temen 11, 12 salî bû ku bi biryara Xamineyî hatine kuştin.