Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbûrîna Navneteweyî cezadana girtiyên di girtîgehên Îranê de şermezar kir

12:52 - 18 Îlon 2021

Saziya Lêbûrîna Navnetewî li hember mirina girtiyan di girtîgehên Îranê de û tevî zedetir ji 70 halet di deh dehikên derbasbûyî de ku ev yek di girtîgehên Îranê de rû dide, şermezar kir.

“Heba Morayiv” Seroka Rojhilata Navîn û Afrîqa Bakur a Saziya Lêbûrîna Navdewletî li derheq girtiyê Kurd ê wê midehê ku di girtîgehên rejîmê de bi sedema îşkenceyê canê xwe ji dest dabû, got: “Raporên pêwendîdar bi mirina “Yasir Mengurî” ku di rewşa bi guman de nîşan didin ku heta çi astekê lêbûrîna cezayê girtiyan di Îranê de dengo ye û hêzên ewlehî têne qani`Ikirin da ku jiyana girtiyan bi bê ti tirsekê binpê bikin”.

Dezgeha Qezayî ya rejîma Îranê mirina “Yasir Mengurî” xelkê bajarê Pîranşehrê bi awayî îşkencekirinê red kiribû û dabû zanîn ku “ew di dema şer û pevçûnê de hatiye kuştin”.

Hin ji Saziyên Mafê Mirovî ên Kurdistanê jî dabûne zanîn “Yasir Mengurî” di girtîgeha rejîmê de û di bin îşkencekirinê de canê xwe ji dest daye.