Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêbûrîna Navnetewî di daxuyaniya xwe de behsa “Mihemed Elîzade” xwenîşanderê Neqedê kir

11:29 - 12 Tebax 2021

Saziya Lêbûrîna Navnetewî roja çarşemî 20`ê Gelawêjê di daxuyaniyekê de behsa serkuta xelkê nerazî ên Îran û Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve kiriye.

Saziya Lêbûrîna Navnetewî di beşeke daxuyaniya xwe de daye zanîn: “Mihemed Elîzade li meşa xwenîşandana roja 16`ê Gelawêjê di bajarê Neqedeyê de hate kuştin. Kesek bi kincên şexsî bi koltekê teqe ji wî kiriye. Ew kese pişt serê polîsên dije şoreşê ku li dijî nerizayetiyan derkevtibûn, hereket dikir û ev yeka nîşanderê vê ye ku ew digel hêzên ewlehî bûye an jî bi rizayeta wan ev kare kiriye”.

Saziya Lêbûrîna Navnetewî di beşek din a daxuyaniya xwe de gotiye: “Mihemed Elîzade her wek gelek ji neraziyên birîndar, ji tirsa binçavkirinê ve neçûye nexweşxaneyê. Ev agehdar nebû ku bi gulleyê şer teqe ji wî hatiye kirin, çimkî xwînrêjiya hundirî kiribû û nehatibû xuya kirin. Ev kêmek piştê hinkê bêhiş dibe û di rêya nexweşxaneyê de canê xwe ji dest dide”.

Wê Saziyê gotiye, “hêzên ewlehî yên Îranê bo serkuta bêrehmane ya xelkê nerazî ên hefteyên borî di çendîn cihên Îranê de, mifah ji gulleyên saçmeyî wergirtine û gelek nerazî jî bi bo zorê binçav kirine”.

Herwisa hatiye gotin, “hejmarek binçavkirî ji zarokan pêk hatibûn ku ji nişkê ve hatine vundabûn û rastî îşkence û reftarên xirab ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû”.

Wê Saziyê behsa binçavkiriyekî 14 salî û xelkê Ehwazê kiriye û gotiye, “ew kure hefteyekê bi bê pêwendiya telefonî digel malbata xwe û destpêragihîştin bi parêzer, li yek ji girtîgehên Spahê de hatiye ragirtin û piştî azadkirinê, ceste û demûçavên wî, tev reş bibûn û cihê îşkenceyê pêve diyar bûye”.