Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya navneteweyî li derheq lezgîniya pêşkevtina bernameyên navkî yên Îranê de hişdarî da

12:28 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Serokê Giştî yê Saziya Navneteweyî “Rafael Grossi”: Digel astengiyên heyî bernameyên pêşkevtina navkî yên rejîma Îranê, di lezgîniyek tewav de ne.

Roja Înê 22`ê Tîrmehê “Rafael Grossi” di hevpeyvîna digel rojnameya “El País” ya Spaniyayê de hişdarî da û got: Bernameyên navkî yên rejîma Îranê bona pêşkevtinê di lezgîniyek tewav de ne û ragihand, di rewşek wiha de, bi dana berhev a hûrgiliyên çalakiyên navkî yên rejîma Îranê, eger lihevkirinek jî hebe dê gelek dijwar be.

 “Grossi” vemrandina kamerayên çavdêrî yên saziya navneteweyî yên li navendên navkî yên rejîma Îranê de, weke dewreya kur binav kir û çareserkirina wê arîşeyê gelek dijwar da zanîn.

Rejîma Îranê di berteka ragihandina biryarnameya Şêwreya Hukam de, nêzî deh kamerayên çavdêrî yên saziya navneteweyî vemrandine.

Serokê Giştî yê Saziya navneteweyî “Rafe Grosî” berê jî ragihandibû ku, rejîma Îran bona derbasbûna ji kirîza aborî, hewce ye ku, bawermendiya civaka cîhanî bidest bixe û ti rêyek tune ye bilî vê ku ji vekolerên ajasên re rê bide da ku li ser kar û çalakiyên navikî yên rejîmê de çavdêrî hebin.