Saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî, bi sedema binpêkirina mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve biryarnameyek li dijî wê rejîmê pesend kir.
Roja Pêşncşemî 16ê Kanûna Pêşîn, Kora Giştî ya Saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî, bi sedema binpêkirina mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve, biryarnameyek bi 78 dengên erê, 31 dengên ne û 69 dengên bêalî, pesend kir, ev biryarname di 26ê meha Xezelwerê de di komîteya 3ê ya Saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî de hatibû erêkirin.
Ew biryarnameya bi sedema binpêkirina berçav û sîstematîk a mafê mirovî ji aliyê rejîma Îranê ve û bi pêşniyara Nûnerê Kanadayê di Saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî de hatiye pesendkirin.
Rejîma Îranê bi sepandina hukmê îdamkirin, binçavkirinên berfireh û sîstematîk, binçavkirinên xweserane, bêparkirina bizanebûn a girtiyan ji destpêregihîştina bi derman û xizmetkariyên pizîşkî, reftar neşiyaw digel girtiyên girtîgeha Êvîn, azardan û tirslêdan li parêzerên mafê mirovî û herwisa kesên li dijî rejîmê, îşkencekirin bi armanca vergirtina îtirafa bi zorê û canjidestdanên cihê şik ên kesên binçavkirî di girtigehan de bûne dsedem ku di wê derheqê de ji aliyê Saziya Navnetewî ya Welatên Yekgirtî, bê mehkûm kirin û biryarneme li ser bêne pesendkirin.