Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Netewên Yekbûyî li derheq kuştara Kolber û Sûxtberan li Îranê de raporek belaw kir

12:17 - 11 Hezîran 2021

Antonî Gotrês Sekertêrê Saziya Netewên Yekbûyî di rapora xwe a herî taze da bo şêwra mafê mirov, tekezî li ser binpêkariya mafê miro, berdewamiya tepeseriyê, kuştin û binçavkirina neraziyan, dijberan û kêmaniyan ji aliyê rejîma Îranê ve kiriye.

Di rapora Antonî Gotrês de hatiye: di sala 2020an de nêzîkî 60 Kolber û 10 Sûxtber li nawçên belengaz û bê maf de ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine kuştin.

Gotrês daxwaz ji rejîma Îranê kiriye ku bila rewşa mafê mirov berçav bigre û bila îdamê rawestîne, neraziyan bi hêza zorê tepeser neke, ferq û cudahiyê nedanê di navbera jin û mêran û kêmaniyên netewî û olî.

Herwisa di parekî dinê ye wê raporê de amaje bi mirna hepsiyan li jêr îşkencê de û îdama Jin û zarokan hatiye kirin.

Gotrês nivîsiye: Wisa tête zanîn ku binpêkirina mafê mirov û cinayet, siyaset û emraza tepeserî û matkirina neyarên siyasiye rejîma Îranê ye.

Di parên dinêye rapora Antonî Gotrês de amaje bi qedexeyî ya ziman û çanda kêmaniyn jî hatiye kirin.

Herwisa rewşa xirabe tendirustiyê, jiyana dijvar, binpêkariya mafê bingehîne saziyên ne dewletî, mafê akincî bûnê, mafê perwerda bi zimanê kêmaniyên nawçan hatiye kirin.

Gotrês di dawiyê de daxwaz ji Îranê kiriye ku pêbendê wan sozan be ku dane Saziya Netewên yekbûyî.