Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Netewên Yekgirtî: “Mûşekên ku damezrawa Armkoyê kirine armanca xwe yên Îranê bûn”

18:22 - 13 Hezîran 2020

Saziya Netewên Yekgirtî ragihand, ku rejîma Îranê çavkaniya sereke ya mûşek avêtina bo damezrawa Aramko ya Nefta Erebistanê rejîma Îranê bûye.

Roja Înê 12`ê Hezîranê, Sekerterê Giştî yê Saziya Netewên Yekgirtî Antonî Gotrêş, ragihand: “Gorî wan belge û parçeyên mûşekan ku ber destin, îsbat bûye ku çavkaniya wê mûşek avêtina bo Aramkoyê, rejîma Îranê ye.

Gotrêş, ragihand, hin ji perçên mûşekên ku damezrawa nefta Erebistanê girtine, di dest Amerîkayê de ne, ku ew mûşek yên rejîma Îranê bûne.

Antonî Gotrêş di vê derheqê de rapora xwe daye Şêwra Tenahî ya Saziya Netewên Yekgirtî û daxwaz kiriye ku wan perçên mûşekê di Aramkoyê danî digel wan cebilxana Îranê ku Amerîka di deverê de dest bi ser de girtiye, bidine ber hev û beravird bikin.

Baskirina vê pirsê ji aliyê Serokê Saziya Netewên Yekgirtî ve di vê demê de ku dikare alîkariya daxwaz û tekeziya Amerîkayê be, bo nûkirina dorpêça li ser çek û cebilxana Îranê.

Nûçegihaniya Roytêrzê di raporekê de, weşandibû ku bernamerêjiya êrîşa mûşekî bo ser damezrawa nefta Erebistanê, ji aliyê Spaha Pastan a terorîst û bi agehdariya Elî Xamineyî ve hatiye encamdan.