Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya peyamnêrên bêsînor: Bazneya azadiya bîr û hizran û medyayan di dewleta Rûhanî de tuntir e ji dewletên pêştir

20:06 - 20 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Saziya peyamnêrên bêsînor di daxuyaniyekê de ji rewşa azadiya bîr û hizran li dewleta Rûhanî, rêxne kirin û bêhêviya xweşî li varê azadiya çapemeniyan di Îranê de derbirî ye.


Di daxuyaniya rêkxirawa peyamnêrên bêsînor de li ser tundbûna bazneya azadiy bîr û hizran û çapemeniyan di dewleta nû a rejîma Îslamî ya Îranê de pêdegirî kirî ye û erênên “Hesen Rûhanî”ên di vê gera hilbijartina serkomarî de bi nemayîş hesiband.
Di vê daxuyaniyê de her wusa amaje bi erênên Hesen Rûhanî di hilbijartinê de weke “Azadiya girtiyên siyasî, azadiy bîr û hizran û çapemeniyan” kiriye û ragiandine ku serkomarê rejîma Îranê bi wan sozên ku dabû karî bala xelkê bo aliyê xwe rakêşe.
Di daxuyaniya saziya peyamnênrên bêsînor de her wuha amaje bi rewşa rojnamevanan, wêbnivîsan û rojnaman kiriye û rexne ji rewşa wan kirî ye.
Di beşek din a wê daxuyaniyê de li ser rewşa xirabiya hinek ji rojnamevan û wêbnivîsên destbiserkirî û mehkûmbûna hemwelatiyan weke birayên Kurdpûr, ji aliyê dozgeriya rejîma Îslamî ya Îranê, bas kirî ye.
Saziya peyemnêrên bêsînor her wusa di dirêjahiya basê ji fîltirîng û çarçuwebûna înternêt di Îranê de û gelek caran weke gefxwarin û gazîkirina rojnamevanên hundirî û malbata rojnamevanên han ku li ragihandinekî derveyî Îranê de kar dike, kirî ye.