
Kurdistanmedia: Wezîrê Xezînedariyê yê Amerîkayê îlankir ku, tewahiyapêwendiyên bankî yên Îranê yên ku di bin dorpêçên Amerîkayê de ne, yên danûstandinên wan digel saziya “SWIFT” wê qut bibin.
Roja Înê, 18`ê Xezelwerê (9`ê Çiriya Paşîn), “Steven Mnuchin” Wezîrê Xezînedariyê yê Amerîkayê ragehand ku; Tewahiya kanalên pêwendiyên danûstadinên di navbera bankên Îran û saziya “Swift” ê di demeke nêzîk de, bi rengekî tewaw xizimetkirinên xwe yên derheq banka navendî ya Îran û navendên malî yen ku di bin dorpêçên Amerîkayê de ne, wê bên qutkirin.
Navbirî ev yeka jî zêde kir ku: “SWIFT” biryareke bicî bo parastina yekîtiya malî ya navneteweyî wê bide.
Dewra dawiyê ya dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, li roja 14`ê Xezelwerê (4`ê Çiriya Paşîn) bi awayî fermî hatine cîbicîkirin, navendên rejîma Îranê yên bin dorpêçên Amerîkayê wiha ne: Pîşeya Pêtroşîmî, Petrol û Gaz, Keştîranî, Bank û Bîme û saziyên din yên malî, û herwisa sedan kes û kompaniyên Îranê yên din.
Civaka Cîhanî ya danûstandinên malî yên di navbera bankan de, yan jî heman “Swift” encumeneke ne dewletiy e, û di sala 1973`an de, bo cîbicîkirina mia`mileyên malî di cîhanê de hatiye avakirin, û niha girîngtirîn navenda danûnstanên malî di cîhanê de ye.
Rayedarên Amerêkayê di heyama çend rojên borî de, dane xuyakirin ku, bi cîbicîkirina tewahiya dorpêçên navikî ku, pêş ji lihevkirina Bercamê jî hatibûne destnîşankirin, dixwazin rejîma Îslamî ya Îranê neçar bi guherîna reftara xwe bike.
Hin ji van şert û mercan, wiha ne, pêşîgiritina rejîma Îranê, di piştevanîkirina ji terorîzm û dev berana ji kiryarên têkderane yên di deverê de, wekî piştevanîkirin ji Hizbulah a Lubnan û destêverdan di karûbarên welatên deverê de ye.
Herwisa “Donald Trump” serkomarê Amerîkayê û berpirsên din yên Amerîkayê ragehandine ku, tevî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirina Bercamê, û îlankirina dubare ya dorpêçan li dijî Îranê, dîsan ev amadene bo pêkanîna civînan digel, komara Îslamî ya Îranê, li ser lihevkirineke tewawtir ji became.