Saziya Welatên Yekgirtî bi pesendkirina biryarnameyekê, êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê bi tundî şermezar kir.
Di civîna giştî ya Saziya Netewên Yekgirtî li roja Çarşemî 2ê Adarê, biryarnameyek li dijî êrîşa Rûsiyê bo ser Ukranyê bi 141 dengên erê û 5 dengên ne û 35 dengên bê alî pesend kir û tevî şermezarkirina tund a wê êrîşa Rûsiyê, daxwaz ji Rûsiyê kir ku bi lezgînî û bê merc, hêzên xwe ji Ukraynê derbixe.
Pesendkirina wê biryarê ji aliyê saziya Welatên Yekgirtî ve dengvedan û karlêkeriyek bi hêz li ser hizra giştî ya cîhanê heye.
Rejîma Îslamiya Îranê di wê dengdanê de dengê bê alî dabû û welatên Rûsiye, Bilarûs, Sûriye, Koreya Bakûr û Êrîtrê” dengê ne dabûn.
Nûnerê Ukraynê li Saziya Netewên Yekgirtî, ew êrîşa Rûsiyê bi hewldan bo “Qirkirinê” binav kir û nûnerê Rûsiyê hûşdarî da ku renge ew biryara Saziya Netewên Yekgirtî bibe sedema zêdetirbûna hevrikiyan.
Rejîma Îranê di destpêkê de piştevanî li êrîşa Rûsiyê kir lê piştî berxwedana dewlet û xelkê Ukraynê û piştevaniya cîhanî li Ukraynê, wê rejîmê hewl daye ku xwe bi bê alî bide nîşandan.