Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, daxuyaniyek derheq êrîşa Spaha Pasdaran belav kir

18:30 - 11 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, di daxuyaniyekê de, ev êrîşa Spaha Pasdaran ya bo ser binke û baregehên Partiya Demorkat şermezar kir.

Roja 18`ê Xermananê, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, di daxuyaniyekê de, hevxemiya xwe bi boneya êrîşa mûşekî a Spaha Pasdaran a terorîst a rejîma Îranê, ya bo ser binke û baregehên Partiya Demokrat û şehîdbûna pêşmergeyên vê partiyê nîşan da, û hêviya zûtir başbûnê ji bo birîndarên vê kiryara terorîstî a Spaha Pasdaran xwast.

Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de, Saziya Xebat a Kurdistana Îranê, tevî şermezarkirina vê kiriyara terorîstî, daxwaz ji tevahiya navend û aliyên siyasî  yên Kurdistan û cîhanê kir da ku, li hemberî vê êrîşa dijî mirovahiyê de bêdeng nebin, û rejîma Axûndî a Îranê bi tundtirîn awayî şermezar bikin.

Her di vê pêwendiyê de, amadebûna xwe ji bo her cure alîkariyên ku xizmetê bi kêmkirina xesar û zirarên vê êrîşê bike, nîşan daye.