
Kurdistamedia: Saziya Yekîtiya Fedayiyên Xelkê Îranê di daxuyaniyekê de tevî şermezarkirina topbarana sînorên Kurdistanê, dilgiraniya xwe ji ber şehîdbûna du pêşmergên Kurdistanê û hevxemîbûna xwe ji PDKÎ re nîşan da.
Deqa daxuyaniya wan wiha ye:
Li gorî raporên belavbûyî yên ji aliyê PDKÎ û Navenda Hewkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê ve, deverên “Hacî Umran” û beşek ji deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê” roja Sêşemî 27`ê Pûşpera 1397`an rastî êrîşên tund yên topxaneyên artêşa rejîma komara Îslamî hatine, û mixabin di van êrîşan de du pêşmergên PDKÎ jiyana xwe ji dest dane.
Herwisa hatiye gotin ku rejîma Îslamî ya Îranê di van êrîşan de, ji gulleyên “Fosforî” mifah wergirtiye, û li gorî peymannameyên navneteweyî, bikaranîna van cure çekdan qedexe ye, û tevî vê yekê jî zirareke qerebû nekirî li sirûştê dide.
Bêguman rewşa aloz ya navxweyî ya Îran û vêdedana zêdetir ya rejîma Îranê di civînên navdewletî de, ew sebebin ku berpirsên rejîmê neçar dike, da ku bi van cure cinayet û destdirêjiyane, şikestên xwe veşêre, bi bê haydarbûn ji vê ku hewlên wiha ne tenê nabin sedema şeqbûna îradeya komelên xelkê ji bo xebatkirina li dijî zilm û zordariyên rejîma Îslamî, belku zêdetir ji berê bîr û dîtingeha giştî ya cîranên Îran û civaka navneteweyî derheqê nasnameya rejîma Îranê hişyartir dike, û rejîmê tûşî herifîna zêdetir dike.
Em tevî şermezarkirina tund a vê topbaranê, sersaxiyê dibêjine malbat û kesûkarên wan du pêşmergê hizbê û hemû endam û pêşmergên PDKÎ, û xwe hevparê vê xema van dizanin.
Herwisa Yekbûna xwe digel xelkê bêberevankar yên van deveran û Herêma Kurdistanê radigehînin, ji hemû navendên navneteweyî daxwaz dikin, ku li hemberî vê karesatê û destdirêjiyan, bêdeng nebin û dengê nerazîbûnên xwe bilindtir û zelaltir bikin.