
Roja Yekşemî 17`ê Gelawêjê, sê damezraweyên opozîsiyon ên dijberên rejîma Îranê, “Şêwreya Demokrasîxwazên Îran, Kongereya Netewên Îrana Fedral û herwisa Hevpeywendî bo Azadî û berbaberî di Îranê de”, di daxuyaniyekê de tevî şermezarkirina terora “Mûsa Babaxanî” ji aliyê rejîma Îranê ve, daxwaz ji dezgeha dadwerî ya Herêma Kurdistanê kirine ku bikerên wê terorê bikişînine dadgehê û ceza bidin.
Wan sê damezrawan di daxuyaniya xwe de gotiye: “Terorkirina çalakvanên siyasî di derveyê welat de beşek ji siyasetên serkutkarane ya rejîma Îranê ye ku pêşîneya wê bi qasî dirêjahiya temenê Komara Îslamî a Îranê ye, bêguman di vê derheqê de hem rejîma Îranê û hem jî maşîna terora wê tawanbar in”.
Wan di daxuyaniyê de daye zanîn: “Em sê hevpeymanên opozîsityon ên Îranê, car din ji Civatgeha Cîhanê û welatên civînker di Viyenê de daxwazkar in ku meseleya kuştin û serkuta xelkê Îranê û binpêkirina mafê mirov, ji perwendeya danûstandinê zêde bikin”.
Wan gotiye: “Cihê biranînê ye ku terora Mûsa Babaxanî di rojên destpêka bikarbûna Îbraîm Reîsî de hatiye kirin, kesek ku di kuştara girtiyên siyasî de roleke gelek çalak hebûye”.