Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê hemwelatî li Urmiyê seba gazgirtinê canê xwe ji dest da

20:11 - 16 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Seba gaz girtina “Mono Oksîdî Karbon” sê hemwelatî li bajarê Urmiyê di naw xevê de canê xwe ji dest dan.

Li gor rapora Kurdistanmedia, 3 hemwelatî roja Sêşemî 15’ê Nîsan a 2014’an, seba sir û seqemê bi armanca ewê ku xêweta xwe gerim bikin mefah ji gaza pêknîkê wergirtine û di encamê de seba gaz girtina “Mono Oksîdî Karbon” canê xwe ji dest dan.

Nasitandariya alavên germkirinê û berçav negirtina xalên îmenî sedema sereke a xendiqîn û can ji dest dana wan sê hemwelatiyane seba gaza “Mono Oksîdî Karbon” ragihandin e.