Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Îranê ve hatin binçav kirin

15:22 - 5 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Di dirêjahiya şepola binçav kirin û givaş bi ser hemwelatiyên Kurd de, sê hevwelatî li bajarên Mihabad û Seqizê ji aliyê hêzên ewlekar yên rejîma Îslamî a Îranê ve hatin girtin.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, Ebdulla Fethî hemwelatiyê Kurd xelkê bajarê Seqizê, roja Duşemî 26’ê Gulan a 2014’an ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hat giritin û bo cihekî nediyar veguhastin.

Di wê pêwendiyê de, hêzên Îtilata rejîma Îranê, roja Înê 30’ê Gulan a 2014’an du hemwelatiyên Kurd bi navên Aram Mihemed xan temen 24 salî û Seîd Elî Mistefazade temen 25 salî li bazara Mihabadê de hatin girtin û bo ciheke nediyar veguhastine.

Li gor serhejmariya malpera Kurdistanmedia, di destpêka îsal ve heya niha 58 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.