Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê hevwelatiyên bajarê Pawê bi goleyên hêzên Întizamiyên rejîm bûne qurbanî

14:29 - 5 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Sê hevwelatiyên Kurd xelkê devera bajarê Pawê li rêya navbera Sawe û Tehranê ji aliyê hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê ve teqe ji wan het kirin û li encam de welatiyek canê xwe ji dest dide û du kesên din jî tên birîndar kirin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja çarşem berwar 14’ê Gulan a 2013’an, Nebî Ebdullahî, Mehdî Ebdullahî xelkê gundê “Banewer” û Salih Salihî xelkê Gundê “Serkiran” a ser bi Pawê li ser rêya Sawe û Teranê ji aliyê hêzên Întizamî ve teqe ji wan hetiye kirin û li encam de Nebî Ebdullahî xelkê “Banewer”a bajarê Pawê tê kuştin.

Her li encama wê destdirêjiyê de Mehdî Ebdullahî û Salih Salihî hatin Birîndar kirin.

Destdirêjî kirin bi tirombêla wan her sê welatiyane di demekê de bûye ku tu kelupelek li gel wan nebûye.

Hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê piştî ew sê welatiyene dane ber goleyan, dest bi ser tirombêla wan jî digire.