Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kes li parêzgeha Urmiyê hatin girtin

21:32 - 11 Gulan 2014

Kurdistanmedia: Bi tometa komkirina pincarên Buharê ku piraniya rûniştiyên deverên Kurdistana Îranê di demsala Buharê dixun, 3 hemwelatiyên Kurd hatin girtin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hejmarek hemwelatiyên bajarê Bokan, Mihabad û Pîranşehrê li parêzgeha Urmiyê, roja Çarşemî bervara 7’ê Gulan a 2014’an, sê hemwelatî serbarî ewê ku malbata wan jî bi armanca anîna pincarê Buharê serdana çiyayê Sayîn Qelayê kiribûn ku di dema ziwirînê de li ser pira Sayîn Gelayê ji aliyê îdareya çavkaniyên xwezeyî (Menabê Tebî’î) pêşiya wan girtin û destbiser kirin.

Li gor wê raporê di wê rêgirtina memurên îdareya çavkaniya xwezeyî de 3 kes ji wan hemwelatiyan ku yek ji wan navê wî “Eshed Bayezidî” paş çend demijmêran girtin û paş wergirtina pereyeke zaf azad dikin.

Hêzên îdareya çavkaniyên xwezeyî bi zorî qasê 10 milyon Tûmen dirav ji wan 3 kesane wergirtin e.

Çavkaniyeke hayîdar bi peyamnêrê malpera Kurdistanmedia ragihand: Yek ji wan hemwelatiyane ku li varê laş ve bê hêz bû, ricayên zaf ji memuran kiriye, lê tu bersivek nedaniyê û dest biser hemû perê wî ku 3 milyon Tûmen bûye, girtin e.

Heya dema bilavbûna wê nûçê nasnameya du hemwelatiyên din ji ber dest nine.

Komkirin û firutina pincarê xwarinê yê çiyayên Kurdistanê di demsala Buharê, dahata hejmareke zaf ji hemwelatiyan dabîn dike û di vê demsalê de firutineke zaf di bazaran de heye.

Komkirin û firutina pincarên xwarinê yê çiyayên Kurdistanê li varê yasayî ve qedexe nine û mafê siruştiya hemû mirovekê ye pincarên xwarinê ku ji çavkaniyê xwezeyî ye mefah wergire.