Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê kesên Îranî li Tirkiyê bi tawana encamdana çalakiyên li dijî Îsraîlê hatin binçavkirin

12:53 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2022

Medyayên Tirkiyê belavkirine ku 3ê kesên Îranê li Stembolê bi tawana encamdana çalakiyên li dijî welatiyên Îsraîlê hatin binçavkirin.

Roja Înê 22ê Tîrmehê, medyayên girêdayî welatê Tirkiyê ragihandine ku, 3ê kesên xelkê Îranê ji aliyê dezgehên ewlehî yên wî welatî ve hatine binçavkirin.

wan sê kesên Îranî dixwastin li dijî welatiyên Îsraîlê li wî welatî de çalakiyên terorîstî encam bidin, lê pîlanên wan hatin pûçkirin.

Medyayên Tirkiyê navê wan 3ê kesên Îranî yên binçavkirî wiha dane zanîn: “ Keywan Mecidzade, Cemal Qedkeçî û Îman Şoca`îferd” .

Herwisa di heyama 4 heftiyên derbasbûyî de jî dîsan her li Tirkiyê de, 7 kesên din yên Îranî bi tawana encamdana karên terorîstî li dijî welatiyên Îsraîlî hatine binçavkirin.

Mehek berî niha welatê Îsraîlê daxwaz ji welatiyên xwe yên ku li Tirkiyê dijîn kiribû ku, wegerin bo Îsraîlê û herwisa daxwaz ji welatiyên xwe kiribû ku serdana Tirkiyê nekin çimkî rejîma Îranê di wî welatî de çalakiyên xwe yên li dijî welatiyên Îsraîlî berfirehtir kirine û canê wan di metirsiyê de.

Her Di vê derheqê de, Wezîrê Derve yê Îsraîlê jî, ji welatê Tirkiyê destxweşî kir û ragihand ku bi hevkariya siyasî û ewlehî ya welatê Tirkiyê canê welatiyên me ji pîlanên rejîma Îranê hatiye parastin.