Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê Kompaniyayên Chin û Japon mi`amileyên xwe di gel Îranê sekinand in

14:01 - 11 Gulan 2019

 

Kurdistanmedia: Sê Kompaniyayên mezin yên nefta Chin û Japonê mi`amileyên nefta Îranê qutkirin.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”yê ku belavkiribû, Kompaniya Petroşîmiya Çîn ya bi navê “SINOPEC” û kompaniya nefta neteweyî  ya bi navê “CNPC” ku du palîngehên mezin yên wê welatî ne,kirîna nefta xwe li Îranê qutkirin.

Herwisa li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Pêncşemî 9`ê Gulanê kompaniya neftê ya Japonê ya bi navê “Fuji” ku dabû xuyakirin, pêka hohletên lêborînên neftê yên ku Amerîkayê ku bidawî bûne, ew kompaniya lipey cihgîrkirina nefta Îranê ye.

Li gorî amarên belavbûyî Çîn yek ji mezintirîn bikirê nefta Îranê bû ku, bikirîna bi qasî 475000 bermîlî di rojê de bû, lê, ew du kompaniyên mezin yên Çînê li tirsa tehrîmên Amerîkayê xwe li kirîna nefta Îranê dûr xistin e.

Herwisa kompaniya “Fuji” ya Japonê, nêzîkî 20% ji a nefta xwe li Îranê dabîn dikir, lê, niha ew kompaniyaya mi`amileyên xwe yên di gel Îranê dane qutkirin.

Di heyama mehên derbazbûy de, Amerîkayê bo welatên wekî:”Taywan, Hind, Japon, Koreya Başûr,  Tirkiye, Yûnan û Îtaliya”,  bo kirîna neftê li Îranê hin lêborîn berçav girtibûn, lê, li gera niha tenê lêborînên derheq vegihastina ava zêde bo Umanê û mi`mileya Uranyûma mehandî digel kêyka zerd berdewam nekiriye.

Dorpêçên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, yek alî ne, lê, pirranyia kompaniyayên derve li tirsa jidest dana pêwendiyên malî û bazirganî yên xwe yên digel Amerîkayê, ji van dorpêçan pêrewî dikin.