Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê teqînewe bajarê “Kerkûk”ê hejand û 20 qurbanî lê ketin

16:21 - 15 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Li encama teqîna sê tirobêlên bomb rêjî kirî li sê taxên bajarê Kerkûkê, 5 hevwelatî hatin kuştinû 15 kes ji hat birîndar kirin.

Îro sibêdeya roja duşemî 15’ê Nîsan a 2013’an, sê teqînewe li taxên “Elmas, Musella û Pênçe Elî” a ser bi bajarê Kerkûkê qewimî û li encam de 20 hevwelatî bûne qurbanî.

Her di vê pêywendiyê de malpera Xendan bilav kir, bilî xisara canî xisareke madî yek car zor bi wan cihane gehiştiye.

Teqîna yekem li ber derkê pêmangeha kampiyutira Kerkûkê bûye û di demekê de bûye ku pasewan û serokê zanîngeha Kerkûkê ji vir de derbas bûye.

Ji aliyekî din ve jî li qezaya Xurmatû çar teqîn çêbûn û di encam de 4 kes hatin kuştin û 35 kesên din jî birîndar bûn. Hevdem teqîneke din jî li navçeya Amirlî çêbû û têde kesek hat kuştin û 28 kesên din jî birîndar bûn.