Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê welatiyên Kurd xelkê Pawê hatin girtin

21:33 - 16 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Sê çiyagerên Kurd xelkê “ Dêhstan”a Şimşêrê ji aliyê hêzên sipaha pasdarana rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, şeva çarşemî 14’ê Hezîran a 2013’an, hêzên Îtilata sipaha rejîma Îranê, Izet Şerîfî, Şehram Emîr Xanî û Mehdî Şerîfî binçav û destbiser kirin.

Ev sê çiyagerên Kurd yên han cihek bi navê çiyayê Dûrîsan nîzîkê gundê Şimşêr hatin girtin.

Hemwelatiyekî bajarê Pawê bi malpera Kurdistanmedia ragehand, ev sê hevwelatiye di dema ku li çiyayê Şaho dizivirin tên girtin û eva jî got: ev sê çiyagerên han piştî yek roj ragirtin û lêpirsîn hatin serbestkirin.

Dêhistan a Şimşêrê ser bi bajaroka Pawê ye û 8 gundan bi xwe digire.