Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba bûyera tirafîkê 3 welatî bûne qurbanî

19:43 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Seba bûyera tirafîkê li rêya Sine bo Merîwanê, hemwelatiyekê jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî hatin birîndarkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia’ê, roja Înê 25’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, seba bûyera hat û çûnê li nêzîk gundê “Şaranî”a helevtî ji rêya Sine bo Merîwanê, hevwelatiyek canê xwe ji dest da û 2 kes jî hatin birîndarkirin.
Di vê bûyerê de kesek bi navê “Hemîd Salihî” kurê Letîf û xelkê gundê şaranî a ser bi bajarê Merîwanê, canê xwe ji dest da û 2 hemwelatiyên din jî bi navê “Şueîb û Dana” birîndar bûn.
Her di vê pêwendiyê de û li bûyerek din li 5 kîlomêtriya rêya Nehawendê bo Kirmanşanê li berwara 23’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, bi sedema ji hev xistina du tirombêlan, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî bi tundî hatin birîndarkirin.
Li piraniya rêyên Nehawend û Kirmanşanê, hêmaya hayîdakirina şofêran û ranendigîkirin lê nedane û emtiyeteke tewaw bo hat û çûnkirinê nine û rêveberên pêwendîdar jî nebûna bûdce sedema wê xemsariyê dizanin.
Rêya nasitandard, xemsariya şofêran û tirombêlên nasitandard ji serekitirin sedemên bûyera tirafîkê di rêyên Îranê de hejmar têkirin û berpirsên rejîma Îslamiya Îranê tû rêyek bo kêmkirina wê rêjeya bûyeran peyda nakin.