Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba gaz girtin û şewatê, 16 kes li parêzgeha Sine can dan

22:25 - 11 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Li destpêka sala 1392’a rojî ve heya niha 16 hevwelatî li bajarê Sine seba şewat û gaz girtinê mirine.
Rêveberê giştî yê pizîşka yasayî ragihand, di sê mehên destpêka sala 1392’a Rojî de 9 kes ku 2 kes ji wan jin bûne seba gaza “Mono Oksîdî Karbon” jiyana xwe ji dest dane.
Rêjeya îsal li gor sala derbas bûyî li seda 50 zêde kiriye.
Di vê pêwendiyê de 63 welatî li du parêzgehên Urmiye û Kirmanşanê seba şewat û gaz girtinê jiyana xwe ji dest dane.
Bizava pizîşka yasayî a her du parêzgehan Urmiyê û Kirmanşanê bilav kir, li destpêka sala 1392’a rojî ve heya niha li parêzgeha Kirmanşanê 40 kes û li parêzgeha Urmiyê 23 hevwelatî seba gaz girtin û şewatê canê xwe ji dest dane.
Li koma giştî a wan 23 kesên parêzgeha Urmiyê 4 kes ku yek ji wan jin bûye seba gaza “Mono Oksîdî Kerbon” mirine û 19 kesên din jî seba şewatê ku 14 kes ji wan jin bûne li deverên parêzgeha Urmiyê mirine.
Ew rêjeye barawurd tevî sala derbas bûyî jêhel çûye.
Li parêzgeha Kirmanşanê 5 kes seba gaz girtinê û 35 kes jî seba şewatê jiyana xwe ji dest dane.
Li koma giştî a şewatan de 17 kes mêr 18 kes jî jin bûne. Ew rêjeye barawurd tevî sala derbas bûyî jêhel çûye.