Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba hizimtina erdê xesar gihîşte du gundên devera Çaldiranê

20:38 - 24 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Hizimtina erdê li 2 gundên devera Çaldiranê xesar bi 120 saxtiman gehand.
Bînaya gundên Bixlçî û Mexmûr seba hizimtina erdê 30% heta 90% xesar gehiştiyê de û di vê pêwendiyê de120 malbat derbider bûn.
Heyamek berî niha gundê “Gugird”a ser bi bexşa Qutura bajarê Makoyê seba barîna zor û lêmiştê, derdora wê tîşî hizimatina erdê bibû û pişkek ji dîwarê bînayên kewin jî wegeriyabûn û 449 malbat jî tirs li ser wan hebû.
Gundê “Gugird” 25 kîlomêtriya bexşa Qutur û 30 kîlomêtriya şaristana Xoyê helkevtiye û ew gunde a niha tirs li ser e û karbidestên rejîm jî di vê pêwendiyê de xemsariyê dikin.
Pitir ji 5 sal e berpirsên rejîma Îslamiya Îranê soza nojenkirina saxtimanan bi akinciyên gundê “Gugird”ê dane û heta niha tu tûştek nehatiye cî bi cî kirin.