Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba parazîtê zarokên Kamyaranê nivîşkan ji dayîk dibin

15:55 - 6 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Di demekî kurt da 5 zarokên nivîşkan li bajarê Kamyaranê seba şepola parazîtê ji dayîk bûne.
Li gor nûçeya gehiştî malpera Kurdistanmedia, roja yekşemî 4’ê Tebaxa 2013’an, li nexweşxaneya “Sîna”a bajarê Kamyaranê 3 zarok nivîşkan ji dayîk bûn.
Heyamê çend rojan berî niha 2 zarokên din her di vê nexweşxanê de ji dayîk bûn.
Karbidestên nexweşxana Sîna sedema wan zarokanên nivîşkan gerande bo hebûne şepola parazîta vî bajarî ku ji aliyê rejîma Îslamiya Îranê ve xistine ser “TV”yên esmanî û li ser vê bawerê ne ew parazîte kar kiriye ser dayîkan û ev zarokên ku li nav zik de ne.
Her di vê pêwendiyê de meha Nîsalan a îsal jinekî ducan bi navê Niyaz Ezîzî, xelkê Ciwanro du zarokên “Cemik” ku miribûn anî ser dinê û pizîşkan sedema mirina wan du zarokane gerandine bo kerigeriya xirab a parazîtê.
Rejîma Îslmaiya Îranê bo berberekanî tevî kanalên esmaniyên opozîsyona Kurdî rêkara parazît xistin ser wan kanalane girtiye pêş.