Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba pêşwazî nekirina xelkê seferên Ehmedîijad bo parêzgehên Îranê hatin hilweşandin

20:39 - 12 Adar 2013

Kurdistanmedia: Endameke hey’eta serokatiya parlemana Îranê ragehand ku bi sedema kêmbûna pêşwaziya xelkê ji serkomarê Îranê, serdanên wî bo parêzgehan hat sekinandin.
Mihemed Dêhqan di nav axavtina xwe de got: Xelk li kar û kirdeveiyên dewletê dil sar bûne, û bi sedema pêşwazî nekirina xelkê, seferên Ehmedîijad bo parêzgehên Îranê hatin hilweşandin
Eva jî vedigere ser vê yekê ku ji aliyekê ve giranî û arîşeyên aborî jiyana xelkê Îranê digel zehmetiyên zaf berbirû kirine, û herweha ji aliyek din ve, heya niha bi tenê %28 ji qirar û sozên serkomarê Îranê ku di seferên xwe ên salên berê de, bi xelkê wan parêzgehan dabûn, hatine cîbicîkirin.