Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba teqîna gazê li Seqizê 3 kes birîndar bûn

19:10 - 16 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Seba neşitiya gazê di mala hemwelatiyekî bajarê Seqizê de teqînewe çêbûn û bû sedema hilweşana malê û birîndar bûna 3 kesan.

Roja Duşemî 14’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, neşitiya gazê bûye sedema qewimîna teqînê li mala hevwelatiyekî xelkê bajarê Seqizê û di encam de mala hevwelatiyê han bi tewawî hilweşa û 3 kes jî hatin birîndarkirin û yek ji wan birîndarane rêkirine nexweşxaneyekî vî bajarî.
Malpera Tesnîm bilav kir, ew teqîna malên derdûr jî tûşî ziyanê kirin û şûşên wan malane hemû şikand in.
Her wusa sibêdeya roja Sêşemî 15’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, li bajaroka Nelos a ser bi bajarê Şino, gaza melekê teqiya û mal bi tewawî hilweşand.
Teqînewa han di aşpezxana malê de qewimî, lê tû xisarekî canê lê nekevt.

Piştre jî li berwara 29’ê Tebaxa 2013’an, seba teqîna gazê li kolanekî bajarê Seqizê, 2 saxtiman bi tewayî hilweşan û 4 kes jî hatin birîndarkirin.