Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seba teqîneweyek li Sûriyê pitir ji 80 kesan bûne qurbanî

14:56 - 1 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Di encama teqîna li nêzî wezerata navxweyî rejîma Sûriyê 13 kes hatin kuştin û ji 70 kesî pitir hatin birîndar kirin.

komîteyên hevrêziya şoreşa Sûriyê ragehand, ew teqîne li rêya tirombêlekî bombe rêjî kirî ve hatiye encam dan.

Berdevkê şoraya leşkerî yê şoreşa Sûriyê got: Egera vê heye ew teqîne ji aliyê hêzên rejîma Esed vê hatibe encam dan.

Her di vê pêywendiyê deteqîneweyek ku roj yekşemê li Demişqê rû da bû, û serokwezîrê Sûriyê Wa`êl El-Heiqî ji xwe re kiribû armanc, di encama wê teqînê de parazvanekî serokwezîrê Sûriyê û şofêra wî yê teybet jiyana xwe ji dest dan e.

Heyamê du salan e qeyrana Sûriyê bi awayeke şer û tevdan di navbera muxalifan û rejîma Sûriyê dest pêkiriye.

Heya niha muxalifan çendîn cihên girîn yê wî welatî bigirine dest.