Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sedan mamoste ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê ve hatin binçavkirin

12:23 - 17 Hezîran 2022

Di berdewamiya nerizayetiyên seranserî yên mamosteyan li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, sedan mamoste hatin destbiserkirin û li zaf cihan nerizayetiyên wan rastî êrîş û tepeseriyê hatin.

Li gorî ragihandina “Şêwreya Hewahengiya Saziyên Pîşeyî yên Ferhengiyên Îranê” di nerizayetî û kombûnên mamosteyan li roja Pêncşemî de, pitir ji 100 mamoste ji aliyê hêzên tepeserkar yên rejîmê ve, hatine destbiserkirin.

Wê Şêwrê ragihand: 60 mamoste li Şîrazê, 10 mamoste li Qezvînê, pitir ji 10 mamosteyan li Reşt, Xomêyn Şehr, û pitir ji 30 mamosteyî jî li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke: Sine, Seqiz, Merîwan, Kirmaşan, Îlam, Kamiyaran, û … hwd hatine destbiserkirin.

Mamosteyan li ser daxwaza Şêwreya Hewahengiyê, roja Pêncşemî li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, dest kirine kombûnên nerizayetiyê û ji bilî daxwazên xwe yên pîşeyî, daxwaza serbest berdana mamosteyên girtî kirin û dirûşmên li dijî rejîmê qîrandin.

Nerizayetiyên mamosteyan li Kurdistanê pitir ji her bajarekî din yê Îranê rastî êrîş û tepeseriyê hatin, li bajarên Sine û Seqiz, Merîwan, Kamiyaran, Bokan, Îlam, Kirmaşan, bi tevahî bajar hatine milîtarîze kirin û hêzên rejîmê hatinûçûna zaf şeqaman qut kirin û ji bilî destbiserkirina mamosteyan, êrîş li ser malên wan jî dikirin û emraz û tiştên wan mamosteyan yên şexsî wekî Kampiyûter û nivîs,di gel xwe dibirin.