Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şehristana Dalaho

21:31 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

A: Adil Muradî

şehristana Dalaho yeak ji şaristanên parêzgeha kirmaşanê ye ku panahiya şehristana Dalaho 1930 kîlometra çargûşe ye û li rojavayê parêzgeha kirmaşanê hilketiye ku ji aliyê bakûr tevî sînorê Ciwanro û Selasê Bawecanî, ji aliyê başûr tevî Serpozehab, ji aliyê başûrê rojava tevî Gîlanxerb, ji aliyê başûrê rojhelat tevî Îslamawaya rojava û ji aliyê bakûrê rojhelat ve tevî Kirmaşanê hevsînor e.

Şaristana han av û hewayek xweş heye ku di demsala buhar û havînê de hênik û di payîz û zistanê de sar e.

Şaristana Dalaho ji du beşên, Nawendî û Gehware û ji 196 gundan pêk tê.

Di warê kevnariya şaristana Dalaho de, mîratên kevnar hene ku vedigerin bo serdemê Sasaniyan û berê serhildana Îslamê.
Pîşesaziyên destî ên vê deverê zaf in ku giringtir ji hemûyan tenbûre ku dîrokek hezar salî heye.

Em dikarin îşare bi hindek şûnwarên kevnar ên vê deverê bikin ku kevnariya wan vedigere bo berî Îslamê, mîna:
Sorxê dîzê : Di gundê Sorxê dîzê de kelhek mezin heye û vedigere bo serdemê Sasaniyan.

Taq Gera: Eywaneke ku bi kevir hatiye çêkirin û dêjin cihê mana padşayê wî serdemê bûye.

Banzerde: Ku gundek kevnar e û şûnWarên zaf hene, mîna Ban meh zaran, kelha Geh, gunbeda kelayî, kelha û birca temirî, Gitîgeha du nab, pira derwaze, kelha Wîrane, Biheşt û Cehnem, Baba Şêx û...hwd.

Ji cih û warên dîrokî ên piştî serhildana Îslamê em dikarin îşarê bi wan cihan bikin:
Ziyaretgeha Ebûdicane, Mizgefta Ebdulla kurê Omer.