Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê giştî yê PDK Îranê bi wajonameyekê piştîvaniya xwe ji serbestkirina rêzdar Ebdullah Ocelan kir

14:34 - 8 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li gel heyeta kempa azadkirina birêz Ebdullah Ocelan kombûn û nameya serbestkirina ev rênerê siysî ku hetî girtin îmzakir.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, sibêdeya roja pêçşemî berwar 6\'ê Hezîran a 2013\'an de şandekî Kempêyîna komkirina wajo bo azadkirina rêberê Partiya Kirêkarên Kurdistanê (PKK)ê, bi serperestiya Kawe Nadir serdana Deftera siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kirin.

Ev şanda han bi hinceta komkirina îmzayan bo serbestkirina rêzdar Ocelan serdana Deftera Siyasî a PDK Îranê kirin û ev daxwaze û hewle ji aliyê birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDK Îranê ve bayîx dayê de û nama wan îmza kir.

Rêzdar Hicrî serbarî wajokirina vî namê got: Wajokirina vî belgê erkekî netewî û nîştîmanî a hemû mirovên azadîxwaz û welatparêzên Kurd e û bi taybet ev kesên ku ogirê serbestî û mirovahiyê ne.

Herweha birêz Mistefa Hicrî got: Piştîvaîkirin ji vî namê, rêzgirtine ji girtiyên siyasî û bilind nirxandina xebat û tekoşînane û hiwî xwast ev hewla mirov dostene bigehe armanca xwe.

Sekreterê giştî yê PDK Îranê eva jî got: Di vî rewşa hestyar de ku pêvajo a aştî a PKK li gel dewleta Turkiyê li holê de ye, hevceye dewleta Turka bo nîşandana nîyeta xêr bo çernivîsa pirsa Kurd rêz ji îrade û xwastên xelkê bigire û min jî bi vî niyeta xêr û azadkirina ev rêberê siyasî yê han ev belge wajo kiriye.