
Sekreterê Saziya Navnetewî, Antoniyo Gotrêş, bo cara 2`em ji dewlet û Artêşa Lubnanê xwest ku Hizbullaha Lubnanê çek bikin.
Roja Çarşemî, 13`ê Gulanê, Sekreterê Saziya Navnetewî, Antoniyo Gotrêş, di rapora xwe ya salane de ku di civîna Şewraya Ewlehî ya Navnetewî (United Nations Security Council) ku di pişta deriyên daxistî de bi rê ve çûbû, daxwaz ji hikûmeta Lubnan û Arteşa wî welatî kir ku Hizbullaha Lubnanê çek bikin.
Sekreterê Saziya Navnetewî, Antoniyo Gotrêş got: “Berdewamiya hebûna Hizbullah di şer û pevçûnên Sûriyê de, metirsiya ketina Lubnanê di nav şerê deverê, lawazbûna cihgîrbûna rewşa welat û deverê de li pey xwe ve heye. Zêdebûna cebilxaneya çekên Hizbullahê, şiyana dewleta Lubnanê li ser desthilatdariya temam di welatê xwe de, dibe bin pirsyarê û îtirafa Hizbûllaha Lubnanê bi hebûna mûşekan, çavkaniya nigeraniyan e”.
Hizbullaha terorîst a Lubnanê yek ji wan girûpên terorîstî yên girêdayê rejîma Îranê ye ku wekî zîloyekê ji can û malê xelkê Îranê dixwe û bûdceyên wê yên bi milyardan dolar ji aliyê rejîma Îranê we têne terxan kirin.