Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Selefiyên cîhadî li bajarên Mihabad, Bokan û Sinê êrîşî ser xelkê kirine

13:50 - 25 Gulan 2021

Di rojên derbasbûyî de, selefiyên cîhadî li Rojhilatê Kurdistanê li bajarên wekî “Mihabad, Bokan û Sinê” de êrîşî ser xelkê kirine û çend kes jî birîndar bûne.

Pêka zanyariyên gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, selefiyên cîhadî li bajarên “Mihabad û Bokanê” de bi berpirsayetiya endamekî Spaha Pasdaran ê bi navê “Salar Mehmûdî” ji dayîkbûyê bajarê “Nexedê” û rûniştiyê bajarê “Mihabad”ê, fitne û aloziyan diafirînin.

Wî Pasdarê terorîst ê rejîmê, di handana selefiyên cîhadî li dijî xelkê Merîwan û Sinê de rol hebûye.

Herwisa li roja Yekşemî 23ê Gulanê, li navbera selefiyên cihadî û xelkê asayî li taxa “Haci Ava” ya bajarê Sinê de şer û levdan qewimiye.

Di wî şerî de selefiyên cîhadî birîndar bibûn û dema çûbûne nexweşxanê, êrîşî ser xelkê kiribûn û piştre hêzên întizamî û ewlehî, teqe li xelkê kiribûn.

Piştî wê bûyerê, ew taxa bajarê Sinê hatibû milîtarîzekirin.