Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bona bi bilindragirtina bîr û yada “Dr. Qasimlo” û Hevalên wî li Silêmaniyê lidar xistin

19:07 - 17 Tîrmeh (Temûz) 2021

Dezgeha Rêkxistina Giştî ya PDKÎ di roja Înê 25ê Pûşpera sala 1400an semînarek bo endamê Navenda Siyasî “Teymûr Mistefayî” û endamê Desteya Kargêrî “Foad Xakî Beygî” pêk anî.

Di destpêka semînarê ku beşek ji andamên PDKÎ ên li bajarê Silêmaniyê beşdar bûn, bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtina xulekek bêdengî bona rêzgirtin ji canê paqije şehîdên Kurd û Kurdistanê, dest pêkir.

Piştre “Teymûr Mistefayî” gotinên xwe li derheq pêwendiyên “Dr. Qasimlo” gotinên xwe destpêkirin û tê de tevî îşarekirin bi girîngiya pirsa pêwendîgirtin digel aliyên cor be cor, bas li girîngîdana wê warê ji aliyê “Dr Qasimlo” ve kir û got: “Dr. Qasimlo bona gihîştin bi armancên bilind ew xala girîng bi başî nas dikir lewma li ser çend binyatan hewla pêwendîgirtinên kûr digel alî, xelkê û desthilatan dida ku ji : Stratejî, siyaset, prensîp, dabeşkirina erk û hewdlan bona wergirtina hevalan” pêk hatibû.

Navbirî di beşeke gotinên xwe de li ser binyata startejiyê îşare bi pertûka “Kurdistan û Kurd” a “Dr. Qasimlo” kir û got: “Kak Dr. Qasimlo di wê petrûkê de bas ji netewebûna Kurd û cografiyaya wê dike ku bi hûrî zaniyariyan li ser dide. Herwisa bas ji aborî û mafên wê netewê dike û di ancama pertûkê de wê statejiya ku “Dr. Qasimlo” bo xebatê dariştiye dide berçav ku di rastiyê de stratejiyeke netewî ye ku bi wateya hewldana “Dr. Qasimlo” li pêxema netewê ye.

Di dawiya gotinên xwe de jî basa hevalên Dr. Qasimlo ên wekî  Dr. “Birnard Koşner” û dr. “Fredrîk Tîso” û bi 10an kesên din kir ku karlêkeriya wan li ser rewşa giştiya Kurd bi taybet li ser Başûrê Kurdistanê hebûn ku ew jî bi sedema pêwendiyên serast û xwedîpêgeh ên “Dr. Qasimlo” bûn.

Piştî gotinên “Teymûr Mistefayê, endamê Desteya Kargêrî ya PDKÎ “Foad Xakî Beygî” gotinên xwe li derheq cudatiya “Dr. Qasimlo” digel rêberên din ên Kurd pêşkêş kir.

Navbirî di gotinên xwe de îşare kir ku nivşa nû ya Kurdistanê li rûberû û li nêz ve “Dr. Qasimlû nedîtine lê xwe li çarçoveya felsefeya hebûna “Dr. Qasimlo” de dibînin û bas ji taybetmeniyên “Dr. Qasimlo” kir ku wî ji rêberên din ên Kurd cuda dike ku ew destberdan li jiyana xweş û arama Ewropa û berwajî zivirîn bo çeperên xebat li Kurdistanê û pejirandina dijwariyên jiyana pêşmergatiyê, rêkxistina PDKÎ wekî çarçoveyeke modern bo xebatê, cihgîrkirina prensîpek a bi navê biryardana bi kom û dûrkevtin ji biryardana take kesî, baweriyke qahîm bi demokrasî, “Ne” gotin bi takperwerî, binyatîkirina pirsa exlaq li siyast û bi 10an taybetmendiyên din bûn.

Navbirî di dawiya gotinên xwe de got: “Hekî nivşa nû hizir, gotin û hizrînên “Dr. Qasimlo” bikin bi çiraya ronîdera rê û rêbaza xebata xwe, bi alxahîniyê ve dê serkevtinê bidest xwe bînin.

Di qonaxa dawiyê de, beşdabûyan hizir û balkêşandin û pirsyarên xwe kirin ku birêveberên korê bersiva wan dan.