Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek taybet bi yada Şehîd “Dr. Qasimlo” û hevalên wî di bajarê Hewlêrê de hate lidarxistin

20:55 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Dezgeha rêkxistin û pêwendiyên Kurdistan ên HDKÎ, semînarek bi boneya 30`emîn salroja şehîdbûna Dr.Qasimlo û hevalên wî li paytexta herêma Kurdistanê lidar xist.

Di vê derheqê de, Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê ragihand: Di berdewamiya çalakiyên para eşkere a dezgeha rêkxistin û pêwendiyên Kurdistan ên Hizba Demokrat, roja Înê, 14`ê Pûşpera 1398`an, li bajarê Hewlêrê, semînarek pirtewdar, bi peşdariya komek berçav ji kesayetiyên akademîk, Rewşenbîr, nûnerên Partiyên Kurdistan û endamên Hizibê, di komîteya Hewelêrê de birêve çû.

Ew semînare, bi rawestandina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê Şehîdên Kurd û Kurdistanê, destpêkir, û Paştire, vîdiyoyek dîkomêntarî ku nîşanderê rol û karîgeriyên hizir û xebata “Dr.Qasimlo”, ji çend aliyên cuda ên bizava Rojhilata Kurdistanê bûn, hate nîşandan.

Piştire, ji aliyê “Mihemedsalih Qadirî”, berpirsê Pêwendiyên Kurdistan ên HDKÎ ve, gotina despêka wê semînarê û sipas û pêzanîna Hizba Demokrat, derheq xwedîderketina xelkê welatparêz ê Kurdistanê ji rêbaza Dr.Qasimlo, wekî mînakeke bilind û nasandina moderin a gotara neteweyî û rizgarîxwaziya Kurdistanê bilind ragirt, û bixêrhatina gişt amadebûnên semînarê kir.

Ew semînare di 2 paran de, ji aliyê “Perwîzrehîm Qadir”, mamostayê zanîngeha Selahedîn li Hewlêrê û ”Dr.Ekrem Mêhrdad”, mamostayê zanîngehê li Silêmaniyê, hate lidarxistin.

“Perwîzrehîm Qadir”, basek li ser çarçoweya te`orîk bo xwendina bingehên hizira siyasî yên Dr.Qasimlo, pêşkêş bi amadebûyan kir. Navbirî, îşare bi vê yekê kir ku, têraman û bi hûrî xwindina berhemên siyasî û heta berhevdanîn û erkên siyasî, li gorî qonaxên jiyana ”Dr. Qasimlo” derdikeve ku Şehîd “Dr. Qasimlo”, hem aydiyalîst û alîgirê pirensîpane ye, û hem jî di meydana siyasetê de, Ri`alîst û bi curek berçav Pragmatîst e. Ber hindê nabe du Te`orî û qutabxaneya hizira siyasî wate Ri`alîzm û aydiyalîzim bihevre kom bikin, ber hindê jî arîşe û pirsgirikên me`irîfenasane û mîtodolojî bo me çê dike.

Herwisa nanvbirî got: Dr.Qasimlo li vê bawerê de bû ku, tu carî nabe xebat ji bo Demokrasiyê, biçe li jêr bandora xebat bo mafê netewayetî û xebata tebeqayeti yî.

Di beşa duyem de, “Dr.Ekrem Mêhrdad”, basek li jêr navê Dr.Qasimlo û Sosyalîzma Demokratîk, pêşkêş kir.

Navbirî got: Baskirin derheq Sosyalîzma Demokratîk, wekî sînordarîkirin û alternativa Sosyalîzma mewcûd, di serdema Soviyetê de, di warê azadî û dadperweriya civakî, naveroka siyasî û aboriya xwe li modela Sosyal Demokrasiya mewcûd nêzîk dibînin, ji ber vê jî di vê serdemê de em dibînin ti partî û rêkxistinek nikare pirogrameke pêşketîtir ji Hizba Demokrat danê ku, xebata netewî-Demokratîk û dadaperweriya civakî bi hevre girêbide, ku di qonaxa paş vergirtinû dabînkirina mafê neteweyî de, sitema tebeqeyî ya xwe derdixe û xebat lidijî wê siteme, dijwartir dibe.

Nawbirî basa wê jî kir ku, Dr.Qasimlo, hertim tekez ji ser wê yekê dikir ku, ewa bo Hizba me, ji hemû deman giringtire, çi ji navxweyî welat û çi jî, li derî welat, xebat bo Demokrasîyê ye.

Di para dawiya semînarê de, “Dara Natiq”, berpirsê rêkxistina eşkire ê Hizibê, tevî spaskirin ji mamostayên pêşkêşkirên basên semînarê û tekezkirin di berdewamîkirina xebatê ji aliyê nifşên nû ên Rojhilata Kurdistanê bo gihîştin bi armancên Şehîd ”Dr. Qasimlo” got, bîr û ramanên Dr.Qasimlo, îro rojê bûye çiraya xebata me û silogana “Qasimlo rêya te berdewame”, bûye sembola xebat bo ciwanên  Şoreşgerên Kurdistanê û hevdem terorîzma rejîma Îslamî a Îranê jî şermezar kir.